Papa serdana Ukraynayê dike
Papayê Vatîkanê Papa Fransîs ragihand; eger jê re derfet were amadekirin, dixwaze serdana Kîeva paytexta Ukraynayê bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Papayê Vatîkanê Papa Francis ragihand; eger jê re derfet were amadekirin, dixwaze serdana Kîeva paytexta Ukraynayê bike.
Ji ber êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê û awarebûna 4 milyon welatiyên Ukraynî, Papayê Vatîkanê Papa Fransîs dixwaze serdana Kîevê bike.
Li ser vê mijarê, rojnamevanê Amerîkî Claudio Lavanga diyar kir, di dema serdana Papa bo Maltayê de ragihandiye: “Eger ji bo min derfet çêbibe, ez ê serdana Kîeva paytexta Ukraynayê bikim.”
Ev yek piştî daxwaza Serokê Şaredariya Kîevê ji Papa Fransîs tê, ku xwestibû di vê rewşê de serdana Ukrayna û bajarê wan bike.
Roja 24ê Sibata 2022yan, Rûsya ji sê aliyan ve dest bi êrîşên bejahî û esmanî li ser Ukraynayê kir û zêdetirî mehekê ye şer û pevçûna di navbera artêşên Rûsya û Ukraynayê de berdewam in.