Waliyê Luhanskê: Rûsya xwe ji êrîşeke mezin re amade dike
Waliyê Luhanskê: Şeva borî hewildanek ketina Robîjnî (nêzîkî Luhanskê) hebû, lê hat şikandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Waliyê herêma Luhansk a rojhilatê Ukraynayê Sergey Gaday ragihand, hêzên Rûsî xwe ji bo êrîşeke mezin li ser hêzên Ukraynayê li wê herêmê amade dikin.
Gaday di peyameke vîdyoyî de got: “Em dibînin ku hêzên li hemû aliyan ve refên xwe xurt dikin û sotemeniyê dadigirin. Em dizanin ku ew xwe ji êrîşeke mezin re amade dikin.”
Got jî: “Bombebaran berdewam e. Şeva borî hewildanek ketina Robîjnî (nêzîkî Luhanskê) hebû, lê ji aliyê hêzên me ve hat şikandin û gelek tank hatin rûxandin û bi dehan termên leşkerên Rûsî li erdê ne.”
Waliyê Luhanskê destnîşan kir jî, duhî du xwebexş hatin kuştin û dêrek hat bombebarankirin û du rahîb birîndar bûn.
Waliyê Luhanskê bang li xelkê herêmê kir ku ji malên xwe derkevin û got: “Îro min hezar kes derxistin. Ji kerema xwe li bendê nemînin ku malên we bên bombebarankirin.”
Ev yek di demekê de ye, piştî belavbûna vîdyoyên kuştiyan li Kîevê, ku 410 termên welatiyên sivîl hatine dîtin, pêla şermezarkirinê ya berfireh a navdewletî li hember wan tawanan dest pê kir û gelek welatan komkujiya xelkê Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve, şermezar kirin.