Enqere: Bûyerên bajarê Bucha yê Ukraynayê metirsîdar in
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê: Divê bûyer bi awayekî serbixwe û bêalî werin lêkolînkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye bûyerên bajarê Bucha yê Ukraynayê bi metirsîdar bi nav dike û daxwaza lêkolînê dike. Balyozxaneya Tirkiyeyê jî careke din vegeriya Kîevê.
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê îro di daxuyaniyekê da xuyakirin, dîmenên kuştina sivîlan li bajarê Bucha û Îrpinê metirsîdar in û ew bi tu awayê armanckirina sivîlan qebûl nakin.
Wezaretê got, divê bûyer bi awayekî serbixwe û bêalî werin lêkolînkirin û berpirsên komkujiyê derkevin pêşberî dadgehê.
Roja 1ê Nîsanê artêşa Ukraynayê bajarê Bucha yê li nêzîkî Kîevê kontrol kirin, piştî vekişîna artêşa Rûsyayê jî, hejmarek vîdeo hatin belavkirin ku tê de avahiyên bajêr wêran bûne û li bajêr 410 termên welatiyên sivîl hatine dîtin.
Li aliyê din, Balyozxaneya Tirkiyeyê li Kîevê ku ji ber şer bo bajarê Çernîvtsî hatibû veguhestin, careke din vegeriya paytext Kîevê.