Roja Dadweriyê ya Kurdistanî hat destnîşankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Roja 16ê Çile (Rêbendanê), wek Roja Dadweriyê ya Kurdistanî ji aliyê Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê ve hat destnîşankirin.

Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê belav kir, wek girîngîpêdana bi erk û berpirsyartiyên Encûmena Dadweriyê û binemayên dadperwerî û yeksaniyê, Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê di civîna 5/4/2022an de, roja 16ê Çile wek Roja Dadweriyê ya Kurdistanî diyar kir.

Ragihand jî, Yekîtiya Dadweran a Kurdistanê bi nivîsa hejmar 6, roja 30/1/2022an daxwaz ji Encûmena Dadweriyê kiribû, rojek ji bo vê yekê bê diyarkirin, Encûmena Dadweriyê jî bi piraniya dengan roja 16ê Çile wek Roja Dadweriyê ya Kurdistanî diyar kir.

Encûmena Dadweriyê destnîşan kir, diyarkirina vê rojê ji ber wê yekê hatiye, roja 16/1/1993an Dadegha Pêdaçûnê ya Herêma Kurdistanê hatibû damezirandin û xwedêjêrazî dadwer Reşîd Ebdulqadir Selîm wek serokê yekem ê wê dadgehê dest bi kar kiribû.

Fly Erbil Advertisment