DAIŞê 4 şivan li Daqûqê revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – 4 şivan li nêzîkî gundê Tamurê yê ser bi qezaya Daqûqê ve, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin.

Jêderekî ji asayişa Xurmatûyê ji K24ê re ragihand, îro 4 şivanên Ereb li nêzîkî gundê Tamurê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin.

Wî jêderî got jî, hêzên ewlehiyê ketin dû şopa kesên revandî, lê belê çarenivîsa wan diyar nebû û hat tekezkirin ku DAIŞê ew şivan ber bi cihekî nediyar ve revandin.

Bajarokê Daqûqê 40 k.m li başûrê Kerkûkê dikeve. Li gor serjimêriya sala 1947an, rêjaya Kurdan lê ji sedî 60 bû, Piraniya wan jî Kurdên Kakayî ne. Ji bilî Kurdan, Ereb û Tirkmen jî lê dijîn.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û vekişîna hêzên Pêşmerge, valahiyeke ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dirust bûye. Vê yekê jî hîştiye çekdarên DAIŞê li wan navçeyan çalakiyên xwe zêde bikin û êrîşî ser welatiyan û hêzên ewlehiyê bikin.

Hefteya borî çekdarên DAIŞê li navçeya Dawdiyê ya Germiyanê şivanekî din revandibû û li ger zanyariyên K24ê, DAIŞ daxwaza 150 hezar Dolarî li hember azadkirina wî kirine.

Fly Erbil Advertisment