Boris Johnson li Kîevê hevdîtineke rûbirû bi Zelensky re kir

Serokwezîrê Birîtanya ji bo nîşandana piştevaniya ligel gelê Ukraynayê, li Kîevê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Ukraynayê ragihand, Serokomar Volodymir Zelensky li Kîev pêşwazî li Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson kir.

Alîkarê Serokê Ukraynayê Andrey Sibiha li ser Facebookê got ku civîna Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ligel Zelensky li dest pê kir.

Ji aliyê xwe ve hikûmeta Brîtanyayê ragihand, Serokwezîrê Birîtanya ji bo nîşandana piştevaniya ligel gelê Ukraynayê, li Kîevê ye.

Got jî, Johnson li Kîevê dê gotûbêjan derbarê piştgiriya demdirêj û peydakirina alîkarîyên zêdetir ên aborî û leşkerî ji Ukraynayê re bike.