HDP: Em dixwazin hevpeymaniyeke mezin pêk bînin
Sancar got: Em dixwazin hevpeymaniya mezin ya demokrasî çêbikin û aştiya mezin û demokrasiyê bînin welat
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê HDPê Mîthet Sancar da xuyakirin, ew dixwazin bi beşdariya gelek aliyan, hevpeymaniyeke mezin pêk bînin û bi vê jî aştiya mezin û demokrasiya rasteqîne bînin welat.
Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mîthet Sancar, bi serokên şaxên bajaran yên HDPê re li Enqereyê civiyan.
Sancar got: “Em dixwazin, hevpeymaniya mezin ya demokrasî çêbikin û aştiya mezin û demokrasiyê bînin welat. Dema gel karî biryarê çarenivîsa xwe bide, wê demê demokrasî ava dibe. Bingeha demokrasiya bihêz jî demokrasiya herêmî ye. Demokrasiya herêmî nebe, demokrasî ava nabe. Desthilata navendî hewl dide faşîzmê cîbicî bike.”
Herwiha got: “Eger li welat demokrasî, azadî û dadperweriya civakî nebe, beramberî vê talan, şelandin û zordarî heye. Samanên welat ketine destê çend alîgiran û derfetên gel ji bo firehkirina siyaseta şer tên bikaranîn. Siyaseta şer sedemê birgehînê hejarî ye. ji ber vê aştiya mezin bi redkirina siyaseta şer û ava kirina tevgera aştiyê dibe.”