Ji ber “Doza Kobanî” biryara desteserkirina 91 kesan hat dayîn
Heta niha 46 kes ji wan hatine desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya lêpirsîna Doza Kobanî de li 13 bajaran derbarê 91 tawanbaran de biryara desteserkirinê hat dayîn.
Di çarçoveya lêpirsîna Doza Kobanî ango doza bûyerên 6-8ê Cotmeha 2014an de ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ve li 13 bajarên wekî Enqere, Stenbol, Diyarbekir, Mêrsîn, Riha, Wan û Sakarya û hin bajarên din derbarê 91 tawanbaran de biryara desteserkirinê hat dayîn.
Heta niha 46 kes hatine desteserkirin. Hevserokên berê yên şaredariyan jî di nav tawanbaran de hene. Li gorî zanyariyan kesên ku biryara desteserkirina wan hatiye dayîn ji aliyê fînansê ve piştgiriya malbatên kesên ku ji dozên PKK-KCKê hatine girtin kirine.
Destpêkirina bûyerên Kobanî
Di Îlona 2014an de DAIŞê êrişî Kobanî kir ku nifûsa wê nêzîkî 55 hezar bû. Di 5ê Cotmehê de DAIŞ kete nava bajarê Kobanî. Ji bo piştgiriya Kobanî ji Tirkiyeyê daxwaza vekirina korîdora mirovî hat kirin.
Lijneya Rêveber ya Navendî ya HDPê bang li welatiyan kir ku bi daxwaza vekirina korîdora mirovî derkevin kuçe û kolanan. Çalakiyên protestoyê li 35 bajar û 96 navçeyan Bakur û Tirkiyeyê hatin kirin.
Di çalakiyan de şer û alozî derket. Li gorî çavkaniyên fermî 37 kesan canê xwe ji dest dan; li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê di 7 û 12ê Cotmehê de 46 kesan canê xwe ji dest da û piraniya wan endam û aligirên HDPê bûn. Di bûyeran de ji 760î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Pêşmergeyên Kurdistanê derbasî Kobanî bûn
Di 29ê Cotmeha 2014an de Tirkiye rê da ku Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê derbarê Kobanî bibin. Kobanî piştî şer û pevçûnên dijwar hat rizgarkirin.
Pêvajoya destpêkirina doza bûyerên Kobanî
Derbarê bûyeran de lêpirsin hat vekirin lê Doza Kobanî piştî 7 salan hat vekirin.
Di Gulana 2016an de parêzbendiya hin parlementaran hat rakirin û hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi dehan siyasetmedarên HDPê hatin desteserkirin û zindanîkirin. Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê 108 kesan de angaştname amade kir. Angaştnameya Kobanî ji 3 hezar 530 rûpelan pêk tê. Tawanbar ji 29 tawanên cida tên darizandin û sizayên giran jê re tê xwestin.
Biryarên Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê
Parêzerên HDPê doz birin Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê. Dadgehê di 20ê Mijdara 2018an de ragihand ku Selahedîn Demîrtaş ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û biryara azadkirina wî da lê Tirkiye biryar nasnekir û ew azad nekir. Doza bûyerên 6-8ê Cotmehî ango Doza Kobanî hê jî berdewam dike.