Surprîzeke mezin.. Villarrealê Bayern Munchen ji Champions League derxist

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Villarreal a Îspanî surprîzek mezin çêkir û Bayern Munchen ji Champions League derxist. Real Madrîd jî tevî têkûçûna (2 - 3), lê li ser hesabê Chelsea derbasî nîv-fînalê bû.

Di çarçoveya gera vegerê ya Champions League de, şeva borî Bayern Munchenê li stadiuma Allianz Arena mêvandariya Villarrealê kir û bi encama (1 - 1) wekhev bûn.

Gola Bayern bi lingên Robert Lewandowski di xuleka (52) de hat, Villarrealê jî di xuleka (88) de bi riya Samuel Chukwueze encam wekhev kir.

Ji ber ku tîma Îspanî di lîstika gera çûnê de li ser meydana xwe bi encama (1 - 0) bi ser ketibû, Bayern Munchen ji Champions League dûrxist û derbasî nîv-fînalê bû.

Di lîstikeke din a heman qonaxê de, Real Madrîd mêvandariya Chelsea kir û encama (2 - 3) têk çû.

Destpêkê Chelsea (3) gol li ser hev di xulekên (15, 51 û 63) de bi riya Mason Mount, Antonio Rudiger û Marcos Alonso tomar kirin. Piştre Rodrygo Goes di xuleka (80) tomar kir.

Ji ber ku di lîstika qonaxa Real Madrîdê li ser meydana Chelsea (3 - 1) bi ser ketibû, her du tîm derbasî du demên zêde bûn û Karim Benzema di xuleka (96) de gola duyem a Real Madrîdê anî û bi encama her du lîstikan (5 - 4) derbasî qonaxa nîv-fînala Champions League bû.