Pervîn Buldan: Doza Kobanê plangeriyeke mezin e

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka HDPê Pervîn Buldan da xuyakirin, Doza Kobanê li hember Kurdan û partiya wan plangeriyeke mezin e û ji ber ku Kobanî neketiye destê DAIŞ, ev doz hatiye vekirin û operasyon tên kirin. Buldan got, tu belge û delîlek nîne, lê hê jî biryara binçavkirina şaredar û rêveberên wan tê dayîn ku ew bi tu awayê vê qebûl nakin.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan duhî di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoyê de daxuyaniyek da û got: “Dema ji sîstema dewletê yasa û mafnasî were derxistin, li holê komên çete dimînin. Doza Kobanî nimûneya herî baş ya vê bêdadî ye. Bi awayeke baş rewşa Tirkiyeyê û armanca desthilatê nîşan dide. Dadwerê berê yê dozê piştî demek bi endamtiya grûpeke çete hat dadgehkirin û hat sizadan. Tu belge û delîlê vê dozê nîne.”
Herwiha got: “Niha pêleke din ya binçavkirinê destpê kiriye, biryara binçavkirina 91 şaredar û rêveberên me yên berê hatiye dayîn. Em eşkere dibêjin ev operasyona dawî bi navê DAIŞ hatiye kirin. Ewên xwedî li êriş û komkujîyên DAIŞ derketin û alîkariya mirovî astengkirin, niha jî plangeriya xwe didomînin. Ji ber ku Kobanê neket destê DAIŞ, ji ber ku bazirganiya wan bi DAIŞ re asteng bû, van êrîşan dikin.”
Di çarçoveya lêpirsîna Doza Kobanî ango doza bûyerên 6-8ê Cotmeha 2014an de ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ve li 13 bajarên wekî Enqere, Stenbol, Diyarbekir, Mêrsîn, Riha, Wan û Sakarya û hin bajarên din derbarê 91 tawanbaran de biryara desteserkirinê hatiye dayîn û ji wan 46 kes hatin binçavkirin.