Sibe li dibistanên Herêma Kurdistanê jenosîda Enfalê tê bibîranîn

Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê nivîsek arasteyî hemû navendên perwerdehiyê yên Herêma Kurdistanê kir.

Hewlêr (K24) – Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê bi îmzeya wezîr nivîsek arasteyî hemû navendên perwerdehiyê yên Herêma Kurdistanê kir û daxwaz dike ku sibe jenosîda Enfalê were bibîranîn.

Wezareta Perwerdehiyê bi rêya nivîseke fermî ku îmzeya Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd derçûye, daxwaz dike ku sibe 14ê Nîsanê li hemû navendên perwerdehiyê beriya destpêkirina waneya yekem, ji bo bîranîna jenosîda Enfala gelê Kurdistanê,  demek ji bo rêzgirtina li giyanê pak ê qurbaniyên Enfalê rawestin.

Herwiha Wezareta Perwerdehiyê ji navendên xwendinê daxwaz dike ku piştî dema rêzgirtin, bi awayekî baş behsa wan tawanên mezin bo xwendekaran werin kirin.

 

Fly Erbil Advertisment