Kazimî: Tawanên Enfalê rejîma dîktator riswa kir
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro 14ê Nîsana 2022yan di salvegera jenosîda Enfalê de twîtek belav kir.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro 14ê Nîsana 2022yan di salvegera jenosîda Enfalê de twîtek belav kir û ragihand, tawanên Enfalê yên li dijî gelê me yê Kurd, siyasetên rejîma dîktator riswa kir.
Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, tawanên Enfalê yên li dijî gelê Kurd ku bi dehan kes bûne qurbanî, siyasetên rejîma dîktator riswa kir.
Kazimî herwiha got: “Ev salveger dê bibe hander ji bo karkirina bo Iraqeke demokrat ku aştî tê de berqerar bibe û rûbirûyî wan aliyan jî bibe ku dîktatorî û dijminkariyê car din vedigerînin.”