Li Selahedîn mayînek teqiya: Efserekî Iraqî hat kuştin

Çavkaniyeke ewlehiya Iraqê eşkere kir, bi teqîna mayînekê, efserekî artêşa Iraqê hat kuştin û heft serbaz jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyeke ewlehiya Iraqê eşkere kir, bi teqîna mayînekê, efserekî artêşa Iraqê hat kuştin û heft serbaz jî birîndar bûn.

Medyaya Iraqê ragihand, li parêzgeha Selahedîn bombeyeke vedayî bi karwaneke pişkinînê ya artêşa Iraqê de teqiya û di encamê de efserek hat kuştin û heft serbaz jî birîndar bûn.

Li ser vê mijarê Qaymeqamê Xurmatû Hesen Zeynelabidîn ragihand, mayîn li navçeya Hilêwe ya li bakurê rojavayê Xurmatû teqiyaye.

Hesen Zeynelabidîn eşkere kir, di dema pişkinîn û lêgerîna pêgeh û baregehên DAIŞê de li rojhilatê parêzgeha Selahedîn, mayîn bi karwana artêşa Iraqê de teqiyaye.

Zeynelabidîn diyar kir ku ji birîndaran rewşa du kesan xirab e û bo Kerkûkê hatine veguhestin, fermanderek jî destekî wî şikestiye û birîndarên din jî hatine tedawîkirin.