Zelensky: 50 roj in em li ber xwe didin
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di axaftineke xwe de bi boneya derbasbûna 50 roj di ser êrîşên Rûsyayê re, berxwedana welatiyên Ukraynayê nirxand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di axaftineke xwe de bi boneya derbasbûna 50 roj di ser êrîşên Rûsyayê re, berxwedana welatiyên Ukraynayê nirxand.
Volodimir Zelensky ragihand, divê xelkê Ukraynayê şanaziyê bi xwe bikin ku di 5 rojên borî de li hember êrîşên Rûsyayê li ber xwe dane.
Zelensky diyar kir: “Bi milyonan Ukraynî di nava 50 rojên borî de biryar dan li dijî êrîşên Rûsyayê şer bikin.”
Serokê Ukraynayê destnîşan kir ku ji roja yekem a êrîşên Rûsyayê ve serkirdeyên Ewropayê pêşniyar kirine ku ji Kîevê bireve û got: “Ewropa qebareya mezin wêrekiya Ukrayniyan nizanîbû, ku çiqas ji azadî û jiyana serbixwe hez dikin.”
Zelensky henekê xwe bi artêşa Rûsyayê dike û dibêje: “Ewên ku digotin qey keştiyên şer dikarin tiştekî bikin, bila çarenûsa keştiya 'Moskova' bibînin, ku çawa têk çû.”
Roja 24ê Sibata 2022yan, Rûsya ji sê aliyan ve dest bi êrîşên bejahî û esmanî li ser Ukraynayê kir û zêdetirî 50 roj in şer û pevçûna di navbera artêşên Rûsya û Ukraynayê de berdewam in.
Operasyona serbazî ya Rûsyayê li axa Ukraynayê karvedaneke navdewletî li pey xwe anî û hejmarek welatan sizayên aborî û darayî yên giran bi ser Moskowê de sepandin.