Di bûyereke trafîkê de 11 kesan canê xwe ji dest dan
Li parêzgeha Babilê ya Iraqê di encama qezaya du otomobîlan de 11 kesan canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) - Şeva borî li parêzgeha Babilê ya Iraqê di encama qezaya du otomobîlan de 11 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
16ê Nîsanê roja Şemiyê Rêveberiya Giştî ya Trafîka Iraqê ragihand, li parêzgeha Babilê, li ser rêya Bexda-Hileyê li navçeya Tûnisê du otomobîl li hev qelibîne û di encamê de 11 kesan canê xwe ji dest dane û 2 kes jî birîndar bûne.
Rêveberiya Giştî ya Trafîka Iraqê diyar kir ku qeza ji ber lêza zêde û bê hayadarbûna şofêran rû daye.