Mesrûr Barzanî: Pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kûrkirina kultura pêkvejiyanê dubare dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya hatina cejna Qiyamê belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya hatina cejna Qiyamê belav kir û tê de ragihand, “Hêvîdar im ev cejn, bibe sedema xweşî û tebaya zêdetir di navbera tevahiya pêkhateyên Kurdistan û Iraqê de.”
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Bi boneya hatina cejna Rabûnê (Qiyame), germtirîn pîrozbahî arasteyî xwişk û birayên Kirîstiyanî li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim.
Hêvîdar im ev cejn, bibe sedema xweşî û tebaya zêdetir di navbera tevahiya pêkhateyên Kurdistan û Iraqê de.
Di vê boneyê de, pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kûrkirina zêdetir a kultura pêkvejiyan, lêborîn û azadiya olî li Herêma Kurdistanê dubare dikin.
Cejna we pîroz be û hûn her dem di xweşî û aramiyê de bin.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê