Serokwezî Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson civiya

Serokwezî Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson civiya

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro sêşemê 19ê Nîsana 2022yan li Londonê ligel Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson civiya.

Di civînê de guherîn û geşedanên herî dawî yên rewşa Iraq û navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson bal kişand ser pêwendiya dostane û dîrokî ya navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê û behsa serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê kir û got, yek ji wan serdanên wî bûye ku ti car jibîr nake û hêviya xwe anî ziman ku derfeta wî hebe careke din serdana Hewlêrê bike.

Boris Johnson amadebûna welatê xwe ji bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di hemû waran de car din anî ziman. Herwiha piştevaniya xwe ji bo girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser bingeha destûrê nîşan da.

Johnson pesnê hevahengî û rola erênî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da di çareserkirina mijara koçberan de.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hevkarî û piştevaniya Brîtanya û Hevpeymaniya Navdewletî kir, ku di rûbirûbûna teror û metirsiyên DAIŞê de berdewam in di alîkarîkirina Herêma Kurdistanê de.

Di beşeke din a civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahat û pêşvebirina veberhênanê de kir û hêvî xwest ku veberhênana Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê zêdetir geş bibe, ji vî alî ve jî Herêma Kurdistanê amade ye hemû hêsankariyên pêwîst, pêşkêşî veberhêneran bike.

Di civînê de, Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson xweşhaliya xwe ji hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîşan da û amaje bi dostaniya Brîtanya û Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku dema ew Şaredarê Londonê bû, wî serdana Herêma Kurdistanê kiribû. Got jî, pêwendiyên wan ên bihêz bi Herêma Kurdistanê re hene.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi pêgeh û rola Brîtanyayê û dostaniya wî welatî û Boris Johnson kir û ragihand ku serdana Boris Johnson bo Herêma Kurdistanê di wê dema hestiyar a ku Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de bû, peyameke girîng bû. Herwiha got jî, Boris Johnson dostekî mezin ê Kurdistanê ye.