Ofîsa Johnson: Ji bo berfirehkirina pêwendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê derfet çêbûye
Ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ragihand, Brîtanya û Herêma Kurdistanê xwedî pêwendiyeke dîrokî ne û derfet çêbûye ku ev pêwendî û warên bazirganî û veberhênanê werin berfirehkirin.

Hewlêr (K24) – Ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ragihand, Brîtanya û Herêma Kurdistanê xwedî pêwendiyeke dîrokî ne û derfet çêbûye ku ev pêwendî û warên bazirganî û veberhênanê werin berfirehkirin.
Ofîsa Boris Johnson li ser civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Serokwezîrê Brîtanyayê pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Herwiha destnîşan kiriye ku herdu aliyan behsa pêwendiyên navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê kirine, ku pêwendiyeke dûr û dirêj û dîrokî ligel xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye û di hevdîtinê de behsa derfetên girîng jî hatine kirin, ku ji bo berfirehkirina dostanî û warên bazirganî û veberhênanê jî pêk hatine.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, ji bilî van mijaran, astengî û asayîşa navçeyê jî hatine behskirin, Serokwezîrê Brîtanyayê piştevaniya xwe ji bo seqamgîriya Iraqê û berdewambûna alîkariyan di operasyonên li dijî DAIŞê de li Rojhilata Navîn, bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê car din aniye ziman.

