Tozê geştên asmanî yên li Firokxaneya Navneteweyî ya Bexdayê rawestandin

Kengî rewşa hewayê baş bibe, tevgera firokeyan dê asayî bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber rewşa keşûhewayê û daketina asta dîtinê bo astên gelekî nizm, geştên asmanî yên li Firokxaneya Bexdayê hatin ragirtin.

Rêvebiriyê Firokxaneya Bexdayê di daxuyaniyekê de ragihand, ew ji rêwiyan û hemû kompanyayên geştiyariyê re diyar dikin ku ji ber hewaya xirab û daketina asta dîtinê bo 500 m, îro geştên asmanî rawestiyane.

Tekez kir jî, eger rewşa hewayê baş bibe, tevgera firokeyan ji bo çû û hatin dê asayî bibe.

Di meha Nîsanê de ev cara duyem e ku Rêveberiya Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê ji ber rewşa hewayê geştên xwe radiwestîne.