Serokwezîr Mesrûr Barzanî Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyameke pîrozbahiyê belav kir.
.jpg)
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe diyar kir: “Cihê kêfxweşî û şanaziyê ye ku li Herêma Kurdistanê, jîngeh û derfeteke baş ji bo kar û bizava rojnamevaniyê û azadiya ragihandinê bi giştî hatiye pêkanîn û bi sedan dezgehên cûr bi cûr û pirdeng ên ragihandinê, ji vê keşa azad sûd wergirtine ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê desteber kiriye û bi wê azadiyê kar dikin.”
Mesrûr Barzanî destnîşan dike: “Li vir bi pêwîstî dibînim ku daxwazê ji rojnamevan û xebatkarên ragihandinê yên rasteqîn ên Kurdistanê daxwaz bikim, ku rê nedin ti kes û aliyek, vî pîşe û erkê girîng û sengîn, ji bo mebestên xwe yên taybet û bêrêzî û sivikatîkirina li nirxên bilind ên niştimanê bi kar bînin.”
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Di 124emîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî û derçûna hejmara yekem a Rojnameya Kurdistanê li ser destê rehmetî Mîr Mîdhet Bedirxan û hevalên wî, ku hevdem e ligel salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ li hemû xebatkarên ragihandinê û rojnamevanên Kurdistanê dikim û hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo dixwazim.
Ragihandin peyameke wê ya girîng û pîroz heye ku hişyarîkirina civakê û gihandina zanyariyên rast û dirust e. Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rojnamevaniyeke profesyonel a ku xwe berpirsyar bibîne heye, ku beşdariyeke aktîv û erênî di proseya guherînên siyasî û aborî û civakî û ferhengî yên civaka Kurdistanê de bike û di çarçoveya yasayên berkar û peyrewên navdewletî û etîka pîşeyî ya medyakarî de, bi ruhê berpirsyariyê û bi awayê herî baş û herî ciwan, di xizmeta civak û armancên bilind ên niştimanî de be.
Cihê kêfxweşî û şanaziyê ye ku li Herêma Kurdistanê, jîngeh û derfeteke baş ji bo kar û bizava rojnamevaniyê û azadiya ragihandinê bi giştî hatiye pêkanîn û bi sedan dezgehên cûr bi cûr û pirdeng ên ragihandinê, ji vê keşa azad sûd wergirtine ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê desteber kiriye û bi wê azadiyê kar dikin.
Li vir bi pêwîstî dibînim ku daxwazê ji rojnamevan û xebatkarên ragihandinê yên rasteqîn ên Kurdistanê daxwaz bikim, ku rê nedin ti kes û aliyek, vî pîşe û erkê girîng û sengîn, ji bo mebestên xwe yên taybet û bêrêzî û sivikatîkirina li nirxên bilind ên niştimanê bi kar bînin.
Di dawiyê de bi rêz û pêzanînê ve, em rojnamevanên pêşeng û hemû wan kesan bi bîr tînin ku xizmeteke mezin a karwana rojnamegerî û rewşenbîriya Kurdistanê kirine.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
22yê Nîsana 2022yan