Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ji mûşekên Napalm û siyaseta qirkirinê bihêztir e

Serok Mesûd Barzanî îro di salvegera 48emîn a bombebarankirina bajarê Qeladizê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve peyamek belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro di salvegera 48emîn a bombebarankirina bajarê Qeladizê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve peyamek belav kir û ragihand, xelkê Qeladizê nîşan dan ku bi rastî îradeya gelê Kurdistanê ji mûşekên Napalm û siyaseta qirkirinê ya dijminan bihêztir e.

Serok Mesûd Barzanî peyama xwe ku li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, tê de nivîsî: “Bi boneya 48emîn salvegera êrîşa li ser Qeladizê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve, silavên xwe pêşkêşî xelkê wî bajarî dikim, wan nîşan dan ku bi rastî îradeya gelê Kurdistanê ji mûşekên napalm û siyaseta tunekirinê ya dijminan bihêztir e.”

Roja 24ê Nîsana sala 1974an, rejîma Beis a Iraqê bi 4 firokeyên şer bajarê Qeladizê bombebaran û wêran kir. Di encamê de jî 163 kes şehîd bûn û zêdetir ji 300 kesan jî birîndar bûn.

Ev bombebaran, ji piştî bombebarana Hîroşîma û Nakazakî di Şerê Cîhanê yê Duyem de, ji bo cara yekem bombeyên ku li ser asta navdewletî qedexekirî ne hatin bikaranîn.

 

Fly Erbil Advertisment