Mesrûr Barzanî: Em daxwazê ji Hikûmeta Iraqê dikin, ziyandîtiyên destê rêjîma berê qerebû bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di salvegera 48emîn a bombebarankirina bajarê Qeladizê de peyamek belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di salvegera 48emîn a bombebarankirina bajarê Qeladizê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve peyamek belav kir û ragihand,

Serokwezîr Mesrûr li Twittera xwe nivîsî: “Em serê xwe bi rêz û hurmet bo giyanê pak ê herdu karesaran, bombebarankirina Qeladiz û gulebarandina li xwepêşandaneke sivîl ji aliyê rejîma Beis ve ditewînin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihad jî: “Ji vir de, em dubare daxwazê ji Hikûmeta Iraqê dikin ku ziyandîtiyên destê rêjîma berê, qerebû bike.”

Roja 24ê Nîsana sala 1974an, rejîma Beis a Iraqê bi 4 firokeyên şer bajarê Qeladizê bi çekên qedexekirî bombebaran û wêran kir. Di encamê de jî 163 kes şehîd bûn û zêdetir ji 300 kesan jî birîndar bûn.

Piştî 8 salan ji bombebaranê û 24ê Nîsana 1982an de, dema xelkê Qeladizê salvegera bombebaranê bi bîr tanîn û xwepêşandanek li dijî wê komkujiyê birêve dibirin, hêzên rêjîma Beis gule bi ser beşdarên wê merasîmê ve berdan û hejmarek jê kuştin û birîndar kirin û bi dehan kes jî girtin û xistin zîndanê.

Rêjîma partiya Beis, tevahiya xelkê bajarê Qeladiz û gundên derdora wê, sala 1989an di çarçoveya pêla Enfalê de, bo komelgehên parêzgeha Silêmanî û Hewlêrê veguhastin, bajar wêran kirin û ew herêm wek herêmeke qedexekirî diyar kirin û rê neda kesek vegere herêmê. Lê belê piştî Raperîna Buhara 1991an, ew bajar hate avedankirin.

Fly Erbil Advertisment