'Gendelî û nankokiya li Iraqê derfetê dide xwerêkxistina DAIŞê'
Li gor raporeke medyayî, gendelî û nakokiya pêkhateyên Iraqê derfetê dide xwerêkxistina çekdarên DAIŞê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor raporeke medyayî, gendelî û nakokiya pêkhateyên Iraqê derfetê dide xwerêkxistina çekdarên DAIŞê.
Malpera Eurasia raporek li ser liv û xwerêkxistina çekdarên DAIŞê belav kiriye û diyar dike: “DAIŞ li Iraqê bi dawî nebûye, berevajî vê, xwe rêk xistiye, bi taktîkên nû dixwaze derkeve qadê, DAIŞ bi taybetî gendelî û nakokiyên siyasî û ewlehî û civakî ji bo rakişandina xelkê bi kar tîne.”
Di raporê de hatiye destnîşankirin: “Êrîşên DAIŞê li gor salên 2020 û 2021ê zêde bûne û li çend navçeyên cuda yên Iraqê çendîn grûp pêk anîne û ji bo encamdana êrîşan sûdê ji şaneyên razayî werdigre.”
Herwiha hatiye eşkerekirin: “Li Iraqê niha zêdetirî heşt hezar çekdarên DAIŞê hene, ji wan çar hezar çekdarên çalak in û ewên din weke şaneyên razayî li cem wan in. Eger gendelî û nakokî li Iraqê berdewam bin, dibe ku DAIŞ kiryarên xwe zêdetir bike.”