Serok Barzanî îro pêşwazî li Serokê Dezgeha Meda kir
Di civînê de behsa rewşa aloziya siyasî ya li welat û sedem û çareseriyên wê hatin kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 27ê Nîsana 2022an, pêşwazî li Serokê Dezgeha Meda ya Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerê Fexrî Kerîm kir.
Di hevdîtinê de, behsa rewşa aloziya siyasî ya li welat û sedemên wê û çareseriyên ji bo derketina ji wê qeyrana siyasî hatin kirin.
Her di hevdîtinê de, tekezî li xurtkirina hewlan hate kirin ji bo derbaskirina qeyranên ku ji encama berdewamiya wan, welatî ziyanber dibin û tekezî li ser danîna sînorekê ji sedemên qeranan re hate kirin.