Li Diyarbekirê welatî bo 1ê Gulanê hatin vexwendin

Amedekariyên pirozbahiyên 1ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanî li Diyarbekirê tên kirin.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Amedekariyên pirozbahiyên 1ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanî li Diyarbekirê tên kirin.

Saziyên sivil û partiyên siyasî, ji bo vexwendina welatiyan pîrozbahiya Yekê Gulan a Diyarbekirê belavokan belav kirin û ragihandin ku îsal bi daxwazên li dijî şer aşitî, ji bo mafên kedkaran û ji bo azadî û demokrasiyê dê li qadan dengên xwe bilind bikin.

Sazî û partiyên ku pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ne, li ber avahiya Sendîqaya Kedkarên Tenduristiyê SESê civiyan û li taxa Ofîsê ya ser bi navçeya Bajarênû ya Diyarbekirê ve belavokan belav kirin.

Piştî ku li taxê gerekî temam kirin û belavok belav kirin jî çalakvan belav bûn.

Fly Erbil Advertisment