Kesekî biguman derbasî mizgefteke Germiyanê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro danê Kesek derbasî nava mizgefteke bajarokê Kifrî yê li devera Germiyanê bû û got: “Ez ê xwe biteqînim”.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro danê sibê Kesek derbasî nava beşa jinan a mizgefta Fîrdews a bajarokê Kifrî bû û got: “Ez ê xwe biteqînim”. Ji ber wê jî, mizgeft vala bû.
Peyamnêrê me got, piştî wê bûyerê hêzên ewlekariyê gihîştin mizgeftê û dest bi lêkolînan kirin.
Jêderekî ji ewlekariya Kifrî ji peyamnêrê K24ê re got ku, ji lêkolînên destpêkê diyar bûye, kesekî bi cilê jinan derbasî nava mizgeftê bûye.
Destnîşan kir jî, piştî bidawîbûna lêkolînan, dê zanyariyên zêdetir rabigihînin.