Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêmê pabendbûna xwe bi parastina mafên karkeran dubare dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran peyameke pîrozbahiya arasteyî karkeran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran peyameke pîrozbahiya arasteyî karkeran kir û ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girîng, rêz û pêzanîn ve li rola, xizmet û westana karkerên Kurdistanê di avedankirina jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê de dinêre.”

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran, germtirîn pîrozbahiyan arasteyî karkerên Kurdistanê û tevahiya karkerên cîhanê dikim.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girîng, rêz û pêzanîn ve li rola, xizmet û westana karkerên Kurdistanê di avedankirin û geşepêdana jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê de dinêre û pabendbûna xwe bi parastina mafên karkeran, dabînkirina jiyaneke baştir û şert û mercên karkirinê yên libartir û tendirustir ji wan re dubare dike.

Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz be

Fly Erbil Advertisment