Nêçîrvan Barzanî: Rola karkeran a berçav di prosesa avadankirin û geşepêdana welêt heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran, peyameke pîrozbahiya arasteyî karkeran kir û ragihand, “Rola karkeran a berçav di prosesa avadankirin û geşepêdana welêt heye.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:
Yekê Gulanê, roja cîhanî ya karkeran, bi germî li tevaya karkerên Kurdistan, sandîka û rêkxistinên wan û li karkerên Îraq û cîhanê bi giştî pîroz dikim. Kar û xebatên wan bilind dinirxînim, bi rêz û hurmet li erk, westiyana û rolê wan dinêrim, ji wan ra serkeftinê dixwazim.
Karker wek ketegoriyek giring û bi bandor a civaka Kurdistanê, tevî ku wan di xebat û Pêşmergatiyê da bi çalakî pişkdarî kiriye û qurbanî dane, di prosesa avadankirin û geşepêdana welêt da wan hertim roleka ber bi çav heye. Divê bi her awayî rêz ji mafên wan ra bê girtin û jiyan û rumeta wan ya parastî be, rêxistin û sandîkayên wan çalak û rêxstinîtir bin da ku bikaribin maf û şaysteyên wan û demjmêrên karkirinê baştir biparêzin û wê yekê misoger bikin ku karker di rewş û jîngeheke dirust da kar dikin.
Di vê helkeftinê da, em tekîdê dikin ku em piştgiriya hemû maf û daxwazên rewa yên karkeran dikin. Li ser sazî û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê pêdviye ku di çarçoveya yasayan da jiyan û jiyara karkerên Kurdistanê li ber çavan bigirin û lêbixebitin ku jiyana karkeran baştir bikin û sexbêriya malbatên wan karkeran bikin yên ku di dema karkirinê da jiyana xwe ji dest daye.