CNK: Ne hedê ti kesî ye ku êrişî Ala Kurdistanê bike

Li Diyarbekirê di çalakiyên 1ê Gulanê de destêwerdana alaya Kurdistanê hat kirin

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di çalakiyên pîrozbahiyên 1ê Gulanê Cejna Kedkaran ya Cîhanî de Alaya Kurdistanê jî hat li ba kirin. Li gorî ragihandina Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwestin ku destlêwerdana Alaya Kurdistanê bikin. CNKê derbarê bûyerê de bi daxuyanîyeke nivîskî  bertek nîşanê helwesta li ser Alaya Kurdistanê da û got; Ala Kurdistanê ji aliyê pêşêngên Xoybunê li Çiyayê Agiriyê û ji Agiriyê jî ji bo Komara Kurdistanê ya Mehabadê hatiye veguhestin û îro jî li Herêma Kurdistan bi azadî û serberzî tê bilindkirin, bi milyonan kurd ji bo bilindkirina Ala Kurdistanê şehîd bûne, ew êrîşa li beramberî Alayê bi tûndî şermezar dikin.

 Li Diyarbekirê ji bo pîrozbahiyên 1ê Gulanê  Cejna Karkeran ya Cîhanî gelek partî û sazî bi al û flamayên xwe beşdarî çalakiyan  bûn. Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) jî bi Alaya Kurdistanê beşdarî pîrozbahiyan bûn.  Li gorî daxuyaniya CNKê,  hin alîgirên HDPê ku Hevseroka Şaredariya Erxeniyê Meryem Yildiz jî di nava wan de bû, hewl dan Ala Kurdistanê ji deste endamên wan bistînin û ji endamên wan re gotin ku ew ê destûrê nedin Ala Kurdistanê derbasî qada merasîmê bibe.

Her dîsa, xortekî ku di destekî wî de Alaya Kurdistanê hebû û di destekê wî de jî Alaya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) hebû ji aliyê hin kesên li qadê ve hat astengkirin û wan kesan xwestin ku Alaya Kurdistanê ji destê xortî derxînin.

CNKê derbarê bûyerê de daxuyanîyeke nivîskî ragihand û bertek nîşanî êrişên li ser Alaya Kurdistanê da. CNKê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Îro 1ê Gulanê Roja Cejna Karkerên Cihanê li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê bi beşdariya sendîkayên karkeran, hizbên siyasî birêveçû. Di qada merasîmê de endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi bahaneya bilindkirina Ala Kurdistanê êrîşî 2 endamên me yên jin kirin. Koma HDPyê ku Hevseroka Şaredariya Erxeniyê Meryem Yildiz jî di nava wan de bû, hewl dan Ala Kurdistanê ji deste endamên me bistînin û ji endamên me re ragihandine ew ê destûr nedin Ala Kurdistanê derbasî qada merasîmê bibe. 

Ala Kurdistanê ji aliyê pêşêngên Xoybunê li Çiyayê Agiriyê û ji Agiriyê jî ji bo Komara Kurdistanê ya Mehabadê hatiye veguhestin û îro jî li Herêma Kurdistan bi azadî û serberzî tê bilindkirin. Bi milyonan kurd ji bo bilindkirina Ala Kurdistanê şehîd bûne. Em êrîşa li beramberî wê bi tûndî şermezar dikin.

 Em ji Kurdistaniyên ezîz re aşkere dikin, ne ji hedê ti kesî ye êrîşî Ala Kurdistanê bike û em careke din dûpat dikin li her cihekî Kurdistanê em êrîşa beramber Ala Kurdistanê û serweriya Kurdistanê qebûl nakin û em ê beramberê wê êrîşê bisekinin.

 Li aliyê din li Qada Îstasyonê di dema êrîşa koma HDPyê ya li endamên me yên jin dostên me endamên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) beramber wê êrîşê rawestiyane û piştgiriya endamên me kirine. Em spasiya dost û hevsozên PSKyî dikin.”

 

Fly Erbil Advertisment