Heyder Şeşo: Ne karê me ye şer li dijî hikûmeta Iraqê bikin
Fermandarê Hêza Êzdîxanê: Plana PKKê nakeve xizmeta Şingal û gelê wê de

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Hêza Êzdîxanê Heyder Şeşo radigihîne, ne karê xelkê Şingalê ye şerê hikûmeta Iraqê bike û plana PKKê nakeve xizmeta Şingal û gelê wê de. Herwiha got: “PKK li seranserî Kurdistanê di bin fermana Tirkiyê de kar dike.”
Fermandarê Hêza Êzdîxanê Heyder Şeşo ji K24ê re ragihand, karê baş e ew e ku şer û pevçûn li Şingalê dirust nebe û xurt û keçên Şingalê şer li dijî artêşa Iraqê nekin.
Herwiha got: “Wek miletê Êzidî, ne karê me ye em şer li hember hikûmeta Iraqê bikin. Bexda û civaka navdewletî ji bo têkbirina DAIŞê gelekî hevkariya me kirin. Nabe xort û keçên Şingalê biçin nava rêzên PKKê şer li dijî wan bikin.”
Heyder Şeşo tekez kir jî: Hêvîdar in ew çekdarên li Şingalê mane, xwe radestî hikûmeta Iraqê bikin, ji ber ku plana PKKê nakeve xizmeta Şingal û gelê wê de.
Destnîşan kir jî: PKK û hevkarên wê kar ji bo têkbirina rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin, dikin. Xelkê Şingalê jî dixwaze rêkeftina Şingalê bê cibicîkirin û ev yek jî di hilbijartinên dawiyê de diyar bû.
Fermandarê Hêza Êzdîxanê diyar kir: “PKK ji Tirkiyê re bihaneyek e PKK plana Tirkiyê cibicî dike. Li her çar perçeyên Kurdistanê, cihê ku PKKê lê be, artêşa Tirkiyê hewl dide wê dagîr bike. Ji hebûna PKKê li Rojavayê Kurdistanê, nîvê Rojava di destê Tirkiyê de ye.”
Herwiha got: “Wek çawa artêşa Tirkiyê bi bihaneya hebûna PKKê, artêşa Tirkiyê ketiye Başûrê Kurdistanê û nêzîkî 850 gundên Başûrê Kurdistanê vala bûne. Ew dixwazin heman planê li Şingalê jî cibicî bikin. Em bi awayekî vekirî dibêjin, eger Tirkiye bixwaze PKK nemîne, PKK namîne, ji ber ku PKK li seranserî Kurdistanê di bin fermana Tirkiyê de kar dike.”
Nêzîkî du hefteyan e, şer û pevçûn di navbera hêzên artêşa Iraqê û çekdarên PKKê de li sînorê navçeya Şingalê rûdide û ji bilî kuştin û birîndarbûna hejmarek çekdarên PKK û serbazên Iraqê, zêdetirî hezar malbat jî ji navçeyê aware bûne û xwe spartine bajarên Herêma Kurdistanê.