Qaymeqamê Enkawa hat diyarkirin
Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ragihand, îro pêncşemê 12ê Gulana 2022yan, Encûmena Parêzgeha Hewlêrê li ser mijaran civînek li dar xist.

Hewlêr (K24) – Encûmena Parêzgeha Hewlêrê ragihand, îro pêncşemê 12ê Gulana 2022yan, Encûmena Parêzgeha Hewlêrê li ser mijaran civînek li dar xist.
Li gor daxuyaniya Encûmena Parêzgeha Hewlêrê, di civîna îro de namzedê Parêzgeha Hewlêrê Ramî Nurî Edîş bi piraniya dengan weke Qaymeqamê Enkawa hat diyarkirin.
Beriya niha, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar da ku Enkawa bibe qeza û Encûmena Parêzgeha Hewlêrê erkdar kir ku rêkarên yasayî li ser vê biryarê cîbicî bikin.
Îro bi piraniya dengên endamên Encûmena Parêzgeha Hewlêrê, Qaymeqamê Enkawa bi fermî hat diyarkirin.
