Mesrûr Barzanî ligel Rêveberê Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî civiya
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Rêveberê Cîbicîkar a Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî civiya.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Rêveberê Cîbicîkar a Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî civiya.
Di çarçoveya hevdîtin û civînên li Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Rêveberê Cîbicîkar a Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî Fatîh Bîrol civiya û daxwaz kir, di warê teknîk û rahênanê de ev ajans alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Di nava 3 salên borî de me projeya herî mezin a gazê ji bo berhemanîna elektrîkê temam kir, ku şiyana wê ya 165 megawatt heye, herwiha em li ser projeya enerjiya rojê dixebitin û me sê kêlgehên çêkirina enerjiya rojê ya 25 megawatt pêk anîne.”
Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di roja duyem a beşdarbûna Korbenda Aboriyê ya Davosê de hejmarek hevdîtin û civîn encam dan.