Norwec bo welatiyên xwe: Ji bilî Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê, serdana Iraqê nekin
Wezareta Derve ya Norwecê ji welatiyên xwe re pêşniyar dike ku ji bilî parêzgehên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê, serdana Iraqê nekin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Norwecê ji welatiyên xwe re pêşniyar dike ku ji bilî parêzgehên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê, serdana Iraqê nekin.
Malpera "SchengenVisaInfo" di raportekê de belav kiriye, Wezareta Derve ya Norwecê behsa wê yekê dike ku rewşa ewlehiyê ya Iraqê bi giştî baş nîne, herwiha çekdarên DAIŞê ji bi hinek parêzgehan bûne gef.
Hatiye eşkerekirin ku Wezareta Derve ya Norwecê ji welatiyên xwe daxwaz dike ku beriya serdana her welatek an herêmekê bikin, zanyariyên berfireh derbarê wê de werbigrin û deverên wan binirxînin.
Malpera SchengenVisaInfo bal kişandiye ser wê yekê ku ji sala 2014an ve hikûmeta Iraqê bi piştevaniya hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê, li dijî DAIŞê şer kirine heta sala 2017an, ku rêxistina terorê ya DAIŞê derbeke mezin xwar û hemû deverên li Iraqê ji dest dan.