Parlamentoya Ewropayê: Eger Pêşmerge nebûya, me nedikarî DAIŞê bişikînîn
Seroka Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Ewropayê: Peyama me ji bo Herêma Kurdistanê, peyama dostaniyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Ewropayê tekez dike, “Eger Pêşmerge nebûya, me nedikarî DAIŞê bişikînîn.”
Seroka Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Ewropayê Nathalie Loiseau ku bi serdanekê li Herêma Kurdistanê ye ragihand, “Em 2 rojan li Bexdayê bûn û duhî hatin Hewlêrê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Seroka Parlamentoyê, Wezîrê Pêşmerge û hejmarek ji şêwirmendên Serokê Herêma Kurdistanê civiyan û biryar e ligel berpirsên din û nûnerên civaka sivîl jî bicivin.”
Nathalie Loiseau got jî: “Peyama me ji bo Herêma Kurdistanê, peyama dostaniyê ye. Me bi hev re ziyaneke mezin gihand terorê. Eger Pêşmerge nebûya, me nedikarî DAIŞê bişikînîn.”
Her wiha tekez kir jî: “Em hatine ji bo peyama xwe ya aştî û dostaniyê bigihînin we (Herêma Kurdistanê), ji ber ku hûn li navçeyeke gelekî hestiyar û girîng in ji bo Ewropayê û em hatine vê dostaniyê bihêztir bikin.”