Mesrûr Barzanî: Amadebûna me di konferansên navneteweyî de derfetek e ji bo gihandina dengê me

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em jî dikarin bi ser astengiyan bikevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdariya di Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê de peyameke nû belav kir û ragihand, amadebûna me di konferansên navneteweyî de derfetek e ji bo gihandina dengê me.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Amadebûna me di konferansên navneteweyî de, derfetek e ji bo gihandina dengê me di guftûgoyên cîhanî de.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje: “Ev korbend, pencereyek in ji bo dirustkirina bandorê li ser siyasetan û çespandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek hevkarekî herêmî.”

Di dawiya peyama xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje: “Em di astengiyan de ne bi tenê ne û eger yên din bi ser ketin, em jî dikarin bi ser bikevin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 21ê Gulana 2022an bi mebesta beşdariya di Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê de, serdana Swîsrayê kir.

 

Fly Erbil Advertisment