Serok Barzanî: Şoreşa Gulanê çespand ku têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê ti demê neşikiye
Serok Mesûd Barzanî bi boneya 46emîn salvegera vêketina Şoreşa Gulanê peyamek belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 46emîn salvegera vêketina Şoreşa Gulanê peyamek belav kir û tê de ragihand, “Vê şoreşê çespand ku eger di qonaxekê de xebata gelê Kurdistanê ji bo demeke kurt rastî westanê hatibe, lê belê têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê ti carî neşikiya û bi henase û hêzeke nû ji bo gihîştina bi azadiyê berdewam dibe.”
Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Şoreşa Gulanê gonaxeke girîng a berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê ye. Ev şoreş, berdewamî û hilgirê peyam û armancên Şoreşa Mezin a Îlonê bû. Vê şoreşê çespand ku eger di qonaxekê de xebata gelê Kurdistanê ji bo demeke kurt rastî westanê hatibe, lê belê têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê ti carî neşikiya û bi henase û hêzeke nû ji bo gihîştina bi azadiyê berdewam dibe. Ev azadî û destkeftên niha hene, berhemên xwîn û qurbaniyên gelê me di Şoreşa Gulan û tevahiya şoreşên din in.”
Serok Barzanî dibêje: “Di çil û şeşmîn salvegera Şoreşa Gulanê de, pêzanîna min ji bo hemû têkoşer, Pêşmerge, rêxistinên navxwe û ew niştimanperweran heye yên ku bi fîdekarane madîbûn û koçberî hilbijartin, qurbanî dan û bûne beşek ji şanaziyên gelê me.”
Di berdewamiya peyamê de, Serok Barzanî de got: “Di vê bîranîna pîroz de, silavê ji giyanê yekem Şoreşa Gulanê, şehîd Seyid Ebdulla Hacî Omeranî û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînim û her wiha silav li xweragirî û qehremaniya Pêşmerge ku bi xwîn û qurbaniyên xwe, serfirazî ji gelê me re aniye.”