Tirkiye operasyoneke nû ya li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Tirkiyê îro demjimêr 3’ê êvarê dicive. Mijara sereke ya civînê, biryar û plankirina operasyoneke nû ya Artêşa Tirkiye li ser Rojavayê Kurdistanê ye.

Serokomarê Tirkiye Recep Teyip Erdogan beriya çend rojan dabû xuyakirin, plana wan a avakirina herêmeke bi 30 kîlometre kûrahî li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê, berdewam dibe. Her wiha got jî, ew ê di civîna Encûmena Asayîşa Neteweyî ya roja Pêncşemê de, plana operasyonê gotûbêj bikin.

Li gor nûçeyên ku di medya Tirkiyeyê de belav dibin, armanca sereke ya operasyonê Til Rifet, Til Temir, Eyn Îsa û xeta Minbicê ne ku rêya M-4 dê bibe sînorê wê û dê pêwendiya wan bi Kobanê û Reqa re nemîne.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu jî da xuyakirin, ew li bendê namînin, ka kengê êriş li wan tê kirin, kengê pêwîst bibînin ew ê dest bi operasyonê bikin.

Fly Erbil Advertisment