Grûpekê berpirsyariya xwe li ser êrîşa Eyn Esedê ragihand

Grûpeke Şîe ya bi navê "Fesîleya Muqawemeya Navdewletî" berpirsyariya xwe li ser êrîşa mûşekî ya şeva borî ya li dijî baregeha esmanî ya Eyn Esed ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpeke Şîe ya bi navê "Fesîleya Muqawemeya Navdewletî" berpirsyariya xwe li ser êrîşa mûşekî ya şeva borî ya li dijî baregeha esmanî ya Eyn Esed ragihand.

Grûpa Fesîleya Muqawemeya Navdewletî diyar kiriye, bi şeş mûşekan êrîş kirin ser artêşa Amerîkayê.

Herwiha ragihandiye ku êrîşên wan armancên xwe pêk anîne, lê çavkaniyekî ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî eşkere kiriye ku êrîşê ti zirarek li pey xwe neaniye û aliyên ewlehiyê yên Iraqê jî lêkolînê dikin.

Baregeha Esmanî ya Eyn Esed dikeve sînorê parêzgeha Enbar a li rojavayê Iraqê û cihê mayîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye, ku hêzên Amerîkayê serperiştiya wê dikin.

Beriya niha jî çendîn car bi rêya êrîşa mûşekî û dronan, ew baregeha serbazî bûye armanc.