Li Efrînê nerazîbûnên li hember Tirkiyê

Li Efrînê û çend deverên din yên bin kontrola Tirkiyê, nerazîbûnên berfireh hatin nîşandan.

Efrîn
Efrîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Efrînê û çend deverên din yên bin kontrola Tirkiyê, nerazîbûnên berfireh hatin nîşandan, li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê avahiya saziya elektrîkê hat şewitandin.

Dîmenên ku di medyaya civakî de hatine belavkirin, nîşan dide ku li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan li dijî saziyên Tirkiyê hatine kirin û saziya elektrîkê ya li bajarê Efrînê hatiye şewitandin û kelûpelên li nav avahiyê hatine şikandin.

Nerazîbûn ji ber xirabiya rewşa elektrîkê û bilindkirina bihayê elektrîkê û xirabiya rewşa jiyanê pêk hatiye.

Xwepêşanderan dirûşmên li dijî Tirkiyê jî gotin û yek ji dirûşmên wan ew bû ku bila Tirkiye ji herêmê derkeve.

Ji aliyekî din ve jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, Erebên ku li Efrînê hatine bicihkirin, bi van xwepêşandanan dixwazin serok û endamên Encûmena Xwecihî ya Efrînê ku piraniya wan Kurd in, biguhêrin.

Wî jêderî got jî: “Erebên ku di mal û milkên Kurdên Efrînê yên koçber de bi cih bûne, dixwazin biryara vegerandina mal û milkan ji bo Kurdên ku vedigerin Efrînê jî hilweşînin.”

 

Fly Erbil Advertisment