Serok Barzanî pêşwazî li şandeke parlamenterên serbixwe yên Iraqê dike

Şanda mêvan destpêşxeriyên xwe yên ji bo rizgarbûna ji qeyran û astengiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê pêşkêş kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 5ê Hezîranê ligel şandeke endamên serbixwe yên Encûmena Nûneran a Iraqê civiya.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li şandeke endamên serbixwe yên Encûmena Nûneran a Iraqê kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û xetimandina proseya siyasî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin û şanda mêvan destpêşxeriyên xwe yên ji bo rizgarbûna ji qeyran û astengiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê pêşkêş kirin.

Her di vê hevdîtinê de, tekezî li wê hate kirin ku berdewamiya qeyrana siyasî, metirsiyeke cidî li ser berjewendiyên welatiyan û aramiya Iraqê dirust dike.

Fly Erbil Advertisment