Hewleke terorkirina 2 berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hat pûçkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Malpera Rêxistina “Hana” ya taybet bi mafên mirovan belav kir, hewleke terorkirina Serokê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî û endamê Polîtburoya wê partiyê Rustem Cihangîrî hat pûçkirin.
Li gor nûçeya wê malperê, kesekî bi navê Luqman Resûlî hewl daye wan her de serkirdeyan teror bike, lê hewla wî bi ser neket.
Mistefa Hicrî sala 1945an li bajarokê Nexede yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û sala 1979an pêwendî bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê re kiriye.