Partiyên Kurdistanî bi Plasschaert re dema hilbijartinê gotûbêj dikin
Bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Şandeya Netewên Yekgirtî bo Iraqê bi aliyên siyasî yên Kurdistanê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Aliyên siyasî bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şandeya Netewên Yekgirtî bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, 4 xalên girêdayî hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj dikin.
Biryar e îro bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Şandeya Netewên Yekgirtî bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li Serokatiya Herêma Kurdistanê bi aliyên siyasî yên Kurdistanê re bicive.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, mijarên civînê ev 4 xalên li jêr dibin:
- Diyarkirina dema hilbijartinê
- Aktîvkirina Komisyona Bilind a Hilbijartinan
- Sererastkirina yasaya hilbijartinan
- Pakkirina lîsta tomara dengderan
Ev civîn, berdewamiya civîna roja 26ê meha borî ye ku li baregeha Netewên Yekgirtî li Hewlêrê di navbera Jeanine Hennis-Plasschaert û partiyên Kurdistanî de birêve çûbû.