Ehmed Zawîteyî: Kurdistan24 kanala her kesî ye

Rêveberê Giştî yê Saziya Kurdistan24ê Ehmed Zawîteyî li ser gotara medyayî û peyama saziyê zanyariyên nû eşkere kirin.

Hewlêr (K24) – Rêveberê Giştî yê Saziya Kurdistan24ê Ehmed Zawîteyî li ser gotara medyayî û peyama saziyê zanyariyên nû eşkere kirin û ragihand, ekrana Kurdistan24ê deng û rengê her kesî ye û em naxwazin bibe kanala şeredevî.

Ehmed Zawîteyî di bultena Jûrî Hewal a Kurdistan24ê de behsa rewşa medyayê kir û got, divê medya ne ser bi desthilat be û ne jî ser bi opozîsyonê be, erkê medyayê tenê veguhestina rastiyan e.

Zawîteyî bal kişand ser wê yekê ku li Amerîkayê dema Serokê Amerîkayê Donald Trump  bi hinek parvekirinên xwe, bû metirsî li ser ewlehiya netewî ya welatê xwe, torên civakî deriyên xwe li ber wî girtin.

Rêveberê Giştî yê Saziya Kurdistan24ê behsa rewşa medyaya Kurdî kir û got, medyaya Kurdî ji aliyê hejmarê ve berfireh e, lê belê ji aliyê çawaniyê ve hest bi berpirsyariyê nake û nizanin peyamên ku belav dikin, çi bandorek li ser temaşevan û xwendevanan dirust dike.

Li ser peyama medyayî ya Kudistan24ê diyar kir: “Em nabêjin em yê herî baş in, lê belê em dibêjin ku em hewl didin gotareke medyayî ya erênî û niştimanî belav bikin û baweriyê bi welatiyan vegerînin.”

Herwiha destnîşan kir, medyaya Kurdî gelek caran di bûyerên xwekuştinê û tawanên civakî de şaşiyan dikin û ev dibe sedema zêdebûna bûyerên bi vî rengî.

Ehmed Zawîteyî ragihand: “Em dixwazin gotara me ya ciyawaz hebe, em naxwazin ekrana me bibe tenê ya aliyekî û hizrekî, em dixwazin hemû reng bên ser ekranê, lê ne ku şeredevî çêbibe.”

Rêveberê Giştî yê Saziya Kurdistan24ê bal kişand ser wê yekê ku medyaya serkeftî ew e ku temaşevanên xwe kontrol bike, ne ku temaşevan wê kontrol bikin û got: “Televîzyon cihê hunera wêneyê ye, lê belê bûye cihê hunera axaftinê, ev rola radyoyê ye, tiştê girîng ew e ku Kurdistan24 van kêşeyan derbas bike û îrade û piştevaniya me heye ku em van astengiyan derbas bikin.”

Fly Erbil Advertisment