Leşkerekî Tirk hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li devera Zab û Avaşînê leşkerekî artêşa Tirkiyeyê hate kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da xuyakirin, li herêma Operasyona Pence-Kilîl ya devera Zab û Avaşînê, di encamê teqîna bombeyeke vedayî de, leşkerekî Artêşa Tirkiyê hate kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Leşkerê ku di operasyonê de hatiye kuştin, ji bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Artêşa Tirkiyê di 18ê Nîsanê de li herêmên Metîna, Zab û Avşîn-Basiyan ên Başûrê Kurdistanê li dijî PKKya dest bi operasyona “Pence-Kilit” kiribû.

Fly Erbil Advertisment