Serok Barzanî: Em rêzê li biryara Muqteda Sedir digirin

Muqteda Sedir daxwaz ji parlamenterên xwe kiribû, destê xwe ji Encûmena Nûneran bikişînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî derbarê biryara Serokê Tevgera Sedirê ya destvekişandina parlamenterên Firaksiyona Sedir ji Encûmena Nûneran a Iraqê de ragihand, “Em rêzê li biryara birêz Muqteda Sedir digirin.”

Serok Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Em rêzê li biryara birêz Muqteda Sedir digirin û em ê geşedanên di paşerojê de jî bişopînin.”

Duhî Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir bi riya telefonê pêwendî bi Serok Mesûd Barzanî re kir û her du aliyan rewşa Iraqê û dawî pêşhatên di nava proseya siyasî de guftûgo kirin.

Piştî wê pêwendiya telefonî, Muqteda Sedir daxwaz ji parlamenterên xwe kir, destê xwe ji Encûmena Nûneran bikişînin. Piştre jî Serokê Encûmena Nûneran vekişîna hemû parlamenterên Fraksiyona Sedir pesend kir.

 

Fly Erbil Advertisment