Careke din tozê tevgera firokexaneya Bexdayê rawestand

Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarên Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê ji ber bahoza tozê û nebaşiya dîtinê, îro Duşemê geştên xwe rawestandin.

Ji ber pêla tozbarîzê ya bi Bexdayê û hin navçeyên din ên Iraqê de hatiye, asta dîtinê ji 400 metreyan kêmtir bûye. Geştên asmanî jî li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê bi awayekî demkî hatin rawestandin.

Rayedarên Firokexaneya Bexdayê destnîşan kirin, piştî başbûna rewşa keşûhewayê, geştên asmanî dê dîsa dest pê bikin.

Ji Nîsana borî ve rastî çendîn pêlên tozbarînê bi ser Iraqê de hatine, di demekê de ku ji ber diyardeya guherîna keşûhewayê welat tûşî kêmbûna baran, çolbûn û hişkesaliya dijwar bûye.