Li gundekî Kerkûkê şivanek ji aliyê DAIŞê ve hat revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – DAIŞê li gundê Heftexarê yê ser bi bajarokê Daqûqê ve yê li başûrê Kerkûkê, şivanek revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Jêderekî ji gundê Heftexarê ji K24ê re ragihand, şivanekî bi navê Seyid Kerîm Seyid Mihemed ku ji gundekî Xurmatûyê bi armanca karê şivantiyê gundê Heftexarê, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat revandin.

Gundê Heftexarê bi 30 kîlometroyan li başûrê qezaya Daqûqê dikeve. Heta niha jî hêzên ewlehiyê derbarê wî şivanê hatiye revandin de ti zanyarî nedane.

Piştî 16ê Cotmeha 2017an, rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê xirap e û DAIŞ bi berdewamî êrîşî welatiyên sivîl û hêzên ewlehiyê dike, ji ber wê yekê jî hejmarek ji gundên Kurdnîşîn jî vala bûne.

Fly Erbil Advertisment