Zelensky: Ziyanên canî yên şerê Severdonetsk “metirsîdar” in
Şer û pevçûnên giran li rojhilatê Ukraynayê di navbera hêzên Rûsî û Ukrayna de rû didin û ziyanên canî ji her du aliyan zêde dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di dema ku operasyona leşkerî ya Rûsyayê dikeve roja ya 111an, şerên giran li rojhilatê Ukraynayê di navbera hêzên Rûsî û Ukrayna de rû didin û ziyanên canî ji her du aliyan zêde dibin.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky tekez kir, ziyanên canî yên şerê ji bo kontrolkirina bajarê stratejîk Severdonetsk li herêma Donbassê li rojhilat “metirsîdar” in.
Zelensky di axaftina xwe ya rojane de bi rêya “Telegram” ji Ukrayniyan re, îro sibeha roja Sêşemê got: “Berdêla mirovî ya vî şerî ji bo me pir giran e. Bi gotineke din “metirsîdar” e.”
Her wiha destnîşan kir ku dîroka leşkerî bê guman dê Şerê Donbassê, wekî yek ji şerên herî dijwar ên li Ewropayê bi bîr bîne.
Ev daxuyanî Zelensky di demekê de tên, hêzên Rûs li Severodonetskê pêşde diçin ku piraniya piran lê hilweşiyane.
Duhî jî Sererkanê Ukraynayê ragihand, hêzên Rûsî artêşa Ukraynayê ji navenda bajarê Severodonetskê derxistine, ku ji çend hefteyan ve şerên giran lê diqewimin.
Şêwirmendê Serokomarê Ukraynayê Michail Podolak piştrast kiribû ku ziyanên mirovî pir in û gotibû, rojane 100 heta 150 leşkerên Ukraynayê di şerên Rojhilat de dikevin. Her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku hejmara kuştiyên ji her du aliyan gelek e.
Artêşa Rûsyayê hewl dide bajarê pîşesazî Luhanskê bi dest bixe ku girîng û stratejîk tê dîtin, ji ber ku ketina wê, rê li ber kontrolkirina Kramatorsk a mezin li herêma Donetsk, asêgeha dawî ya hêzên Ukraynayê li rojhilat vedike.