Artêşa Rûsyayê: 350 Nazismên Ukraynî hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê îro Sêşemê ragihand, di operasyonên leşkerî yên roja borî de, zêdetirî 350 Nazismên Ukraynî hatin kuştin û 2 firokeyên şer jî hatin xistin.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, Korgeneral Îgor Konaşenkov îro Sêşemê di civîneke çapemeniyê de ragihand, artêşa Rûsyayê kariye 350 Nazismên Ukraynî bikuje, topxane û cebilxaneya Ukraynayê bi mûşekên dûravêj "Kaliber" ji nav bibe.
Got jî, firokeyên wê 101 xalên ku hêz û alavên leşkerî yên Ukraynayê lê bi cih bûne kirine armanc û 3 navendên fermandariyê, 13 tank û wesayitên din ên şer ên zirxî, 6 mûşekavêjên "Grad", 14 topên meydanî û 22 otombîlên taybet hatin rûxandin.
Konaşenkov diyar kir ku berevaniya esmanî ya Rûsyayê li Komara Donetskê, firokeyeke şer a MiG-29 a Hêza Asmanî ya Ukraynayê û li parêzgeha Nîkolaev jî helîkoptereke Mi-24 xistine xwarê û 9 firokeyên bêfirokvan jî li herêmên cuda hatine xistin.
Ji dema destpêkirina operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê, 202 firokeyên şer, 131 helîkopter, 1205 dron, 338 sîstemên mûşekên dijî firokeyan, 3548 tank û wesayitên zirxî, 521 mûşekavêj, 1974 topên meydanî û 3605 wesayitên leşkerî yên taybet, hatine jinavbirin.