Dije Terora Iraqê: 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Dezgeha Dije Terora Iraqê ragihand, li sînorê parêzgeha Kerkûkê 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Dije Terora Iraqê ragihand, li sînorê parêzgeha Kerkûkê 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Dezgeha Dije Terora Iraqê, bi biryara rasterast a Fermandarê Hêzên Çekdarî Mistefa Kazimî, ji bo berdewamiya paqijkirina hemû deverên Iraqê ji paşmahiyên çekdarên DAIŞê, di çarçoveya operasyonekê de 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Herwiha eşkere kir, îro çarşemê 15ê Hezîrana 2022yan, li nahiya Serkelan a ser bi parêzgeha Kerkûkê, di encama bombebarana mûşekî de 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Dije Terora Iraqê diyar kir, hêzên wan li çiyayên Mexmûrê jî ketine pêgeheke DAIŞê û di encamên de pasevanek kuştine û dest danîne ser gelek çek û teqmeniyên çekdarên DAIŞê.